Akar û Shanahan pêwendiya telefonî encam dan

Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê û Wekîlî Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê bi telefonê rewşa Sûriyê û pêwendiyên dualî gotubêj kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê û Wekîlî Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê bi telefonê rewşa Sûriyê û pêwendiyên dualî gotubêj kirin.

Wezareta Bergirî ya Tirkiyeyê da xuyakirin, Hulusî Akar bi Wekîlê Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê Patrick Shanahan re pêwendiyeke telefonê encam da.

Hat destnîşankirin, aliyan, pêşhatên dawî yên li Sûriyê gotubêj kirin ûli ser pêwendiyên ewlekarî û parastinê her du welatan rawestiyane. 

Rayedarên Amerîkî didin xuyakirin, eger Tirkiye ji Rûsyayê sîstemên S-400 bikire, ewê firokeyên F-35 radestî Tirkiyeyê nekin. Lê Wezîrê Bergirî yê Tirkiyeyê Hulusî Akar dide xuyakirin, firokeyên F-35 dê meha Mijdar a îsal radestê wan bên kirin.

 

 

C.B