Zelanda Nû: Hejmara kuştiyan gihişt 49an

Li bajarokê Christchurch li devera Hagley Park a Zelanda Nû, di encama êrîşa hemberî mizgefta Al Noor heta niha 49 kesan jiyana xwe ji dest da ye. Hejmara brîndaran jî 48 kes in

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Christchurch li devera Hagley Park a Zelanda Nû, di encama êrîşa hemberî mizgefta Al Noor heta niha 49 kesan jiyana xwe ji dest da ye. Hejmara brîndaran jî 48 kes in.

Ligor agahdariyan di dema êrîşê de di mizgeftê de 200 kes hebûn e.

Tê gotin ku, li mizgeftek din li kolana Linwood a heman bajarokî jî, dengê gulleyan hatine bihîstin.

Serokwezîra Zelanda Nû Jacinda Ardern daxûyaniyek da û diyarkir, ku 4 kes hatine binçav kirin. Hejmara kuştiyan 49 e û hejmara brîndaran 20 jê giran, 48 brîndar in.

 

 

 

C.B