Derketina çekdar û malbatên DAIŞê ji Baxozê berdewam e

Di gel berdewamiya operasyona Bahoza Cezîrê, çekdarên DAIŞê di gel malbatên xwe bi hejmarên zêdetir xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin. Zêdebûna çekdarên ku ji Baxozê derdikevin jî nîşanek e ku dawiya DAIŞê nêzîk bûye.
kurdistan24.net

 

K24 – Baxoz

Di gel berdewamiya operasyona Bahoza Cezîrê, çekdarên DAIŞê di gel malbatên xwe bi hejmarên zêdetir xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin. Zêdebûna çekdarên ku ji Baxozê derdikevin jî nîşanek e ku dawiya DAIŞê nêzîk bûye.

Beriya çend salan mîna van karwanan tevlî rêxistina DAIŞê dibûn û nuha bi heman karwanan dev jê berdidin û di gel malbat û zarokên xwe hejmara wan zêdetir bûye. Piraniya çekdarên di gundê Baxozê de mane biyanî ne û di her derfetên rawestandina topbaranê de xwe radestî HSDê dikin. Piştî ku bi xwe digihên wê baweriyê ku tevlîbûna wan di dewleta Îslamî de şaştiyeke mezin bû di heyama 2 rojan de bêhtir ji 3 hezar çekdar û malbatên wan ji gundê Baxozê derketin. Li gorî fermandarên HSD`ê hejmara yên li Baxozê manî ne diyar e, loma dema kontrolkirina Baxozê jî nediyar dimîne.

Fermandar di HSD`ê de Ednan Efrînî ji K24ê re got: “Ji encama şerê ku berî du rojan û heta ber destê vê destpê kiriye, bi sedan em nikarin bibêjin bi hezaran çekdarên DAIŞê xwe radestî me dikin, ji ber ku hîna ew di xeta yekem a cebhê de de tên kontolkirin û derbasî xeta duyemîn li vî milî dibin. Em niha di cihekî ewle de ne. Piştî ku ev kesên xwe radest dikin tên pişknînkirin derbasî jor dibin û piştre radestî kampan dibin. Çekdarên DAIŞê bo saziyên taybet tên veguhastin û lêkolîn tên kirin.”  

Bi alîkariya firokeyên cengî yên Hevpeymana Navdewletî û bikaranîna çekên giran ji aliyê HSDê ve, êrîşa li ser dawî pêgeha DAIŞê di her du rojên bûrî de ne rawestiya ye û ji ber ku çekdarên DAIŞê jî bi girûpên xwekuj êrîşên berûvajî li ser HSD`ê pêk tînin, pêşveçûnên HSD`ê bi giranî dibin, lê tevî wê jî û di gel berdewamiya xweradestkirina çekdarên DAIŞê tê diyarkirin ku dema bidawîhatina vê rêxistinê nêzîk bûye.

Şervanê HSDê Zagros Şedadê dibêje: “Nêzîkî sê mehan e me dest bi operasyona kontolkirina bajarokê Hecîn kiriye û em agahdar kirin ku berê xwe bidin çiyayê Baxozê û êrîş bikin. Duhî nêzîkî du demjimêran şer berdewam kir, bi hêviya xwedê di çend rojên bê de derbasî kampê bibin û deverê bi tevahî kontol bikin.”

DAIŞ di nêzîKî 5 salên bûrî de beşek mezin ji xaka Sûriye û Iraqê Kontrol dikir û nuha di rûbereke nêzî 400 metro çargoşe de dorpêç kiriye, awayê bersivên wê ji êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê re di riya çalakiyên xwekuj û kolandinaa tonelan re ye, herwiha ji berdewamiya radestkirina çekdarên wê re tê diyar kirin ku DAIŞ ne rojên xwe lê belê demjimêrên xwe yên dawiyê dijî û nêzîk ev şer dê bidawî bibe.