HSD 157 teroristên DAIŞê desteser dike

Di operasyonekê de li bajarokê Baxozê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 157 teroristên DAIŞê desteser dike, piraniya wan biyanî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di operasyonekê de li bajarokê Baxozê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 157 teroristên DAIŞê desteser dike, piraniya wan biyanî ne.

Berpirsê Navenda Ragihandinê HSDê Mustefa Balî derbarê wê operasyonê de li Twittera xwe nivîsî: 157 teroristên bi ezmûn ku piraniya wan biyanî ne di operasyonekê de hatin desteserkirin.

Baxoz dawî berîka DAIŞê li Dêrazorê ye, HSD jî ji çend hefteyan ve bi hevkariya firokeyên şer yên Hevpeymaniya Navdewletî ve dest bi kontrola wê kiriye, lê ji ber hebûna hejmarek mezin ji sivîlan êrîş bi hişyarî birêve diçe.

 

S. B