Esed ligel Shoygu hevkariya Sûriye-Rûsya girte dest

Serokê Sûriyê û Wezîrê Berevaniya Rûsyayê rewşa Rojhilatê Ferat û Îdlibê gengeşe kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê û Wezîrê Berevaniya Rûsyayê rewşa Rojhilatê Ferat û Îdlibê gengeşe kirin.

Serokatiya Sûriyê Ragehand, Îro Wezîrê Berevaniya Rûsiyê Sergey Shoygu seredana Şamê kiriye û digel Serokê Sûriyê Beşar Esed civiyaye, û di civînê behsa şerê li Sûriyê û berdewamiya hevkariya her du aliyan li Sûriyê kirin e.

Herweha her du aliyan behsa Rojhilatê Ferat û Îdlibê kirin e, û tekezî li karê hevbeş ji bo dîtina çareyekê ji bo wan her du deveran, vegerandina aramiyê û girtine ber a rêkarên pêwîst ji bo rêgirtin li welatên, ku dixwazin siyaset û armancên xwe li Sûriyê pêk bînin.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Berevanî ya Rûsyayê di daxûyaniyekê de ragihand, di civînê de Sergey Shoygu nameyek Serokê Rûsyayê daye Beşar Esed, û şerê terorê li cîhanê û vegera penaberên Sûriyê li welatên cuda ji bo Sûriyê gengeşe kirin e.

 

 

 

C.B