Li Ingilistanê êrîş dijî mizgeftan

Li Birmingham a Ingilistanê 5 mizgeft bûne armanca êrîşan...

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Birmingham a Ingilistanê 5 mizgeft bûne armanca êrîşan.

Ligor nûçeya BBC, li bajarê Birmingham ber bi sibehê demj. 02:30an de giliyek gihiştiye Polê û hatiye diyarkirin, ku kesek bi bivir pencereyên mizgeftan dişkîne.

Piştî demekê dîsa gilî gihiştiye Polîs, ku li devera Erdington, êrîşek bi heman wayî hatiye encamp dan.

Wezîrê Navxweyî yê Ingilistanê Sajid Javid, ev êrîş bi êrîşên dilgiranî binav kirin.

 

 

C.B