Li çemê Dicle belem binav bû, 71 welatiyan jiyana xwe jidest da ye

Li Mûsilê, li çemê Dicle belemek binav bû û ligor agahdariyan heta niha 71 welatiyan jiyana xwe jidest da ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Mûsilê, li çemê Dicle belemek binav bû  û ligor agahdariyan heta niha 36 welatiyan jiyana xwe jidest da ye.

Qeymeqamê Mûsilê Zuhêr Erêcî bi rêya telephone beşdarî di nûçeyên K24 de kir û ragihand, ku binabûn a belemê li çemê Dicle derdora demj 14:00an rû da ye û ligor agahdariyan heta niha 36 welatiyan jiyana xwe jidest da ye.

Piştî wê, di dema nûçeyên 19:00an a K24 de, Cîgirê Parêzgarê Kerkûkê Abdulqadir Şingalî ragihand, ku hejmara welatiyên canê xwe jidest dan e gihiştiye 71 kesan, lê ev hejmar ber bi zêdebûnê ve diçe...

Beşek welatî yên ku rizgarbûyên bûyerê ne diyar kirin e ku hin jin û zarok binav bûn e û nekarîne bên rizgarkirin.

Personalên hawarçûnê li cihê bûyerê ne û hewla rizgarkirina mirovên binav bûn e, dikin…

Ligor agahdariyên K24 tîmên hawarçûnê ji Hewlêr û Dihokê jî gihiştine Mûsilê. Herweha gelek brîndar bo bajarên Kurdistanê hatine veguherstin.

 

 

C.B