Fraksiyona Sadqun: Irak nikare pabendî sizayên dijî Îranê bibe

K24 – Navenda Nûçeyan
Fraksiyona Sadqûn li Parlamentoya Iraqê radighîne, jiber pêwendiyên digel Îranê, Iraq nikare pabendî sizayên Waşingtonê yên li dijî Tehranê bibe.
Parlamentarê fraksiyona Sadqun Hesen Salim, ku ser bi 'Esaîb Ehluheq e ragihand, Iraq pabendî sizayên aborî yên Amerîkayê liser Îranê nabe. Jiber ku pêwendiyên mezhebî û olî digel hevûdû hene û nikarin dest ji Îranê berdin.
Got jî, bexşîna Iraqê ji sizayên ser Îranê ji aliyê Amerîkayê ve, bo şkestina dorpêçên Amerîkayê li ser Îranê vedigere.
C.B