Kiliçdaroglu: Erdogan Kurdan wekî dijmin dibîne

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel CHP Kemal Kiliçdaroglu dibêje: Erdogan Kurdan wekî dijmin dibîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel CHP Kemal Kiliçdaroglu dibêje: Erdogan  Kurdan wek dijmin dibîn e.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li hemberî daxuyaniyên Erdogan ku gotibû: "Eger namzetê Enqerê yê CHPê Mansur Yavaş serbikeve ew dê qeyyum deyne şuna wî" bersiv da.

Kiliçdaroglu da zanîn: Erdogan dixwaze bi gefan, kîn û nefretê welat birêve bibe.

Serokê CHPê got: Kurd kirin dijminê vî welatî û dijminahiyek mezin li hemberi Kurdan dike. Ev  ji bo welatê me, xeteriyek gelek mezin e.

Pêwist e çi cewazî di navbeyna welatiyên Kurd û Tirk de nebe, em rêzê ji hemû nasname, ayinan, reng û dengan digrin.

Serokê CHP got: Erdogan ji bo ku dengan bidest bixe, hemû kiryarên xerab dibêje û dike.

 

 

C.B