Parzgar ê Neynewa û herdû cêgir ên wî ji post ên wan hat ladan

Perleman a Îraqê, parêzgar ê Neynwea Newfel Hemadî Agûb û herdû cêgir ên wî ji post ên wan ladan.

K24- Bexda

Perleman a Îraqê, parêzgar ê Neynwea Newfel Hemadî Agûb û herdû cêgir ên wî ji post ên wan ladan.

Piştî Adil Ebdulmehdî, serok wezîr ên Îraqê, pêşnîyaz kir perleman a Îraqê ku parêzgar ê Neynewa û herdû cêgir ên wî bihên dûrxistin ji post ên wan, serok perleman a Îraqê di kombûn a evro ya Civat a Nwêner ên Îraqê  de bi piranî ya dengan biryar a dûrxistin a wan da.

Di pişkek a dî ya kombûn a perleman a Îraqê de danûstandin hatin  kirin li ser nigrobûna qayex Mûsilê, ku zêdetir ji 100 kesan can ên xwe ji destdabûn û hijmarek a dun jî bê sorax mane. Civat a Nwêner ên Îraqê ragehand: divê vekolîn bhê kirin ji bûyerê û alî yên kêmasîdar bihêjn sizadan.

Herweha perleman a Îraqê ragehandîye, maf ê kesûkar ên qurbanîyane ku sikala (şikat)ê li ser alî yên peywendîdar bi bûyerê ve tomar bikin.

Roj a pêncşemî ya bûrî, 21ê Avdarê qyexek di rûbar ê Dijle de, li Mûsilê, wergerrîya û bi eger a wê yekê jî zêdetir ji 100 kesan can ê xwe ji destdan û û heya niha hijmarek a mezin jî bê soraxin û piranî ya wan jî jin û zatro ne.