Pispor: Tirkiye dê bi HSD re pêwendiyan deyne

Li gorî hin pisporên Tirkiyê Tirkiye demeke nêz de dê bi HSD û pêkhateyên wê re pêwendiyê deyne
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Rêxistina Terorî DAÎŞ ku bi Îdîaya avakirina dewleteke Islamî 8 sal berê niha li ser xaka Iraq û Sûriyê dest bi êrîşên xwe yên hovan kiribû bi pêşengiya hêzên hevpeyman bi destê hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yêkineyên Parastina Gel (YPG) têk çû. Niha piştî têkçûna DAÎŞê dahatûya HSD û helwesta Tirkiyê ku amadekariyan dike êrîşê HSDê bike tê nîqaşkirin. Li gorî hin pisporên Tirkiyê Tirkiye demeke nêz de dê bi HSD û pêkhateyên wê re pêwendiyê deyne. Hin pispor jî dibêjin Amerîka hewl dide statûyeke taybet bide HSDê di Sûriya nû de.

Piştî ku li Sûriyê di sala 2011an de şerê navxweyî dest pê kirî rêxistina terorî DAÎŞ li Iraq û Sûriyê qadeke berfireh ya xakê di bin destê wê de bû. Piştî 8 salan ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ku serkêşiya wê YPG dike bi piştevaniya hêzên hevpeymanî li Sariyê DAÎŞ bi temamî dawî bû. Niha mijara tê meraqkirin ew e piştî vê serkeftina HSDê Tirkiye li dijî wê çi difikire û dahatûya HSDê dê çi be?

Li gorî pisporên Tirkiyê yên rojhilata Navîn Tirkiye êdî neçare bi hemû rêxistinên li Sûriyê pêwendiyan dayne heta bi HSD û pêkhateyên wê jî dê ev pêwendî bêne avakirin.

Pisporê Rojhilata Navîn Doç.Dr.Hasan Oktay ji K24ê re got: "Tirkîye pêwîst e li Sûriyê bi hemû rêxistinan re di nava pêwendiyan de be. Çimkî sibê li Sûriyê aştiyek çêbe bi vê yekê destê Tirkiyê dê bihêz be. Bi ihtimaleke zêde ye ku Tirkiye bi HSDê re jî hevdîtinan pêk bîne heta ev hevdîtin dibe ku rojên bê de pêk bên niha ji bo vê yekê jî bingeh tê avakirin. Heta bi rejîma Esad re jî hevdîtin dê bêne kirin."

Li gorî hin pisporan jî di dahatûya Sûriyê de Amerîka bi armancekê dê HSDê weke hêzeke sînorî biparêze û di yaseya nû ya bo Sûriyê de jî dê hewl bide ku HSD bibe xwedî statûyeke taybet.

Pisporê Ewlehiya Tirkiyê Mîthat îşîk dibêje: “Armanca biçekkirina civanên kurd ji aliyê Amerîkayê ew e ku dema roj hat vê hêzê li hemberî Îranê bikar bîne li Sûriyê. Amerîka loma dibêje em destûrê nadin ku tu hêzek êrîşê HSDê bike. Herwiha Amerîka di avakirina yaseya nû ya bo Sûriyê de hewl dide ku çi di nava artêşa Sûriyê de çi jî ji artêşê cuda statûyeke taybet bide HSDê. Ji ber ku têkoşîna dij DAÎŞê de HSDê piştevaniya herî mezin û rola herî girîng lîstiye bi Amerîkayê re."

Hêzên Sûriya Demokratîk HSD ku serkêşiya wê YPG dike û pêkhateya wê ya herî mezin jî YPG ye di 12ê Cotmeha sala 2015an de li bajarê Hesekê bi beşdariya 13 rêxistinên Kurd, Ereb, Sûryan, Ermen û Tûrkmen hate damezrandin û di têkoşîna dij DAÎŞê de serkêşiyê dike. Herwiha HSDê di 20ê Çileya sala 2018an de di operasyona Tirkiyê ya bi navê Şaxa Zeytûnê a ser Efrînê de jî li dijî artêşa Tirkiyê û artêşa Sûriya Azad şer kiribû.