Tirkiye: TOHAV bang li NY û YE kir

Komelaya Vekolîna Maf û Civakê TOHAV ê, bangek lezgîn li Neteweyên Yekgirtî NY û Yêkîtiya Ewrûpa YE kir, da ku binpêkirinên mafên mirovan ên Tirkiyê rawestîn in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komelaya Vekolîna Maf û Civakê TOHAV ê,  bangek lezgîn bo Neteweyên Yekgirtî NY û Yêkîtiya Ewrûpa YE kir, da ku binpêkirinên mafên mirovan ên Tirkiyê rawestîn in.

Komelaya Parêzeran TOHAV, ku xwediyê bi hezaran endaman e, jiber bipêkirinên mafê mirovan ên Tirkiyê, banga lezgîn bo NY û YE kir.

Komela Vekolîna Maf û Civakê di rapora xwe de dibêje: Em bang li we dikin, li gorî prensibên peymanên navdewletî, serdana Tirkiyê bikin, zordariya Hîkûmetê ya li ser civakê rawestîn in.

Di raporê de tê destnişan kirin, ku Tirkiye gihiştiye astek bikaranîna eşkence, girtinên keyfî, nijadperesti û zordariya liser Kurdan, di astek xeter de ye û hêvidarîn NY û YE bi  erkên xwe rabin.

 

 

C.B