Çavuşoglu: Tirkiye ji Amerîka û Israilê natirse
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên herêmî de li bajarokê Aksu girêdayî Antalya axifî.
Çavuşoglu di bangeşeya xwe de rexneyên tund li welatên Ereb girtin, ku ji tirsan xwe deng hemberî Amerika û Israilê dernaxin, yekem helwêst Tirkiye li hemberî Israîl û Amerikayê nîşan da.
Çavuşoglu got: “Serokê Amerikayê Trump belgenameya naskirina desthilata Israilê liser Girên Golanê vajo kir. Deng ji welatên Erebî derket? Helwêsta yekem li hemberî vê yekê Tirkiye nîşan da. Welatên Ewrûpa helwêstê diyar dikin, lê ne welatên Ereb. Ji tirsan deng ji wan dernakeve!
Wezîrê derve yê Tirkiye anî ziman, ku Partiya Demokratîk a Gelan HDP ji sedî 100 di kontrola PKK de ye. Bi partiyek weha re dive hevpeymanî neyê çêkirin!
C.B