Almanya: Em Tirkiye bi hûrgilî dişopîn in
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamena Almanya, liser pirsnameya Partiya Çep, rewşa Tirkiyê û binpêkirinên mafê mirovan, gotûbêj kir.
Hikûmeta Almanya dibêje: 10 Parlamenterên HDPê, 5 Hezar Endam û rêveberên vê partiyê û 159 Rojnamevan jî, di girtigehan de ne.
Ligor Hikûmeta Almanya, li Tirkiyê 288 zîndan hene û kapasiteya wan 213 hezar e, lê wan 260 hezar kes kirin e zîndanan.
Parlamena Almanya, liser pirsnameya Partiya Çep, rewşa Tirkiyê ya sîyasî, girtin, êşkence û zordariya li ser Kurdan, gotûbêj kir.
Hikûmeta Almanya jî, bersiva pirsên Partiya Çep yên di derbarê Tirkiyê de da û got: Ew rewşa Tirkiyê, ya ji dûrketina demokrasiyê, ji nêz ve dişopînin.
Hikûmeta Almanya dide zanîn: Rêxistinên sivîl û mafê mirovan, berdewam raporan di derbarê girtin û êşkence kirinan de, wan agahdar dikin.
Ligor bersivên rayadarên Hikûmeta Almanya: Tirkiye ji rewşek gelek xerab derbas dibe, ew jî vê rewşa Tirkiyê bi tirs û gomanan dişopîn în.
Partiya Çep ya Almanya pirs dike: Hikûmeta Almanya çi gotin û kiryar heye, ku Oposizyonê Tirkiyê, ji aliyê hikûmeta AKPê ve, ji holê radike.
Rayadarên Hikûmeta Almanya bersiv dan û gotin:
Li Tirkiyê, 94 Bajarvaniyên HDPê û 3 Bajarvaniyên CHPê hatine desteser kirin, 90 Serokên Bajarvaniyên HDPê hati bûn girtin, heta niha jî, 40 ji van di zîndanan de ne.
Ligor daxûyaniya Hikûmeta Almanya: 10 Parlamenterên HDPê, 5 Hezar Endam û rêveberên vê partiyê di girtigehan de ne.
Liser pirsa "Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa ji Tirkiyê xwest Selahaddin Demirtaş berdin" lê Tirkiyê berneda, gotina Almanya bo vê doze çi ye?:
Hikûmeta Almanya da zanîn: Ew doza Demirtaş giring dibîn in û dişopîn în. Wan berdewam Tirkiyê hişyarkirîye ku neçar e ligor peymanên navdewletî tevbigere û mafê mirovan binpê neke.
Liser pirsek rojnamevanên li Tirkiyê jî, Berdevka Hikîmeta Almanya bersiv da û got: Wan agahdarî ji Platforma Rojnamevanên Serbixwe yên Tirkiyê agahî wergirtin e, hikûmeta AKPê 159 rojnamevan kirin e zîndanan.
Her wiha dan zanîn: Wan Hikûmeta Tirkiyê jiber girtina rojnamevanan û girtina hizrên azad, hişyar kirin e.
Nûnera Hikûmeta Almanya got: Hemû rapor û pêzaninên rêxistinên sivîl û serbixwe dibêjin, li Tirkiyê êşkence heye, ew jî dişopîn în.
Ligor hikûmeta Almanya, li Tirkiyê 288 Zîndan hene û kapasiteya wan 213 Hezar kese. Di sala 2018 an û heta niha zêdeyî 260 hezar kesan hatine girtin. Di zîndanan de cîh nema ye.
C.B