YNK: Me pêşniyarên xwe ji bo Kabîneya Nû dan PDK

Mekteba Siyasî ya Yekîtî li Hewlêrê civiya û ji bo yekalîkirina berkeftiyên postan jî Yekîtî li hêviya bersiva Partî ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Mekteba Siyasî ya Yekîtî li Hewlêrê civiya û ji bo yekalîkirina berkeftiyên postan jî Yekîtî li hêviya bersiva Partî ye.

Endamê Mekteba Siyasî yê Yekîtî Îmad Ehmed, ku beşdarî civînê bû ragihand, wan pêşniyazên Partî derbarê pişkên Yekîtî gengeşe kiriye, û di vê derbarê de wan projeya xwe dan e Partî û li hêviya bersivê ne.

Nûçegihanê Kurdistan 24 jî ragehand, Yekîtî digel Partî ji bo beşdarîkirin di hikûmetê de gihiştiye corek ji rêkeftinê û şeş wezaretan werdigire, ew jî bilî postên Seroka Parlamentoyê û Cîgirê Serokê Hikûmet û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê ji bo karûbarên leşkerî, ji bilî çendîn Cîgir, Rêvebirên giştî û Serokên Desteyan.

 

 

C.B