Rêveberiya Xweser: Rêjîma Sûriyê bersivê nade

Rêveberiya Xweser li bakurê Sûriyê pêşinyarek di riya Rûsyayê re pêşkêşî rêjîma Sûriyê kiriye. Di pêşniyara rêveberiyê de behsa sîstema nenavendiyê hatiye kirin. Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî dibêjin, bawerî bi rêjîmê nayê.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser li bakurê Sûriyê pêşinyarek di riya Rûsyayê re pêşkêşî rêjîma Sûriyê kiriye. Di pêşniyara rêveberiyê de behsa sîstema nenavendiyê hatiye kirin. Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî dibêjin, bawerî bi rêjîmê nayê.

Bi awayekî berdewam Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhelatê Sûriyê behsa çareseriya siyasî bi rêjîma Sûriyê re dike, nemaze piştî têkçûna DAIŞê bi temamî û gelek hevdîtin jî di navbera herdu aliyan de çê bûne. Rayedarên rêveberiyê dibêjin, ta ku rêkeftinek di navbera wan û rêjîmê de pêk bê, dive rêjîma Sûriyê danasînê bi pirojeyên Rêveberiya Xweser bike. Hevserokê Federalîzma Bakurê Sûriyê dide zanîn, wan hin pêşnyar di riya Rûsyayê re pêşkêşî rêjîma Sûriyê kirine, lê ta nuha ti bersiv nehatiye.

Hevserokê Federalîzma Bakurê Sûriyê Mensûr El Selûm ji K24ê re jî wiha axivî: “Me her dem li ser diyaloga  Sûrî – Sûrî tekez dikir, da ku em ji vê krîzê derkevin. Têkçûna DAIŞê xala destpêkê ye ji bo çûna ber bi vê diyalogê ve. Berî demekê me ji nû ve hin pêşniyar ji Rûsyayê re şandin, lê ta niha bersiv nehatiye, ku em tê de li ser rêveberiyeke xweser li bakurê Sûriyê tekez dikin.”

Hêzên rêjîma Sûriya berî niha ragihandibû ewê hemû xaka Sûriyê û di nav de deverên di bin kontrola Kurdan de rizgar bikin, çi bi danûstandinan be yan jî bi hêza leşkerî be. Serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê dibêjin, ew bi danûstandinê re ne, lê bawerî bi rêjîmê naye, loma çi rêkeftina bi rêjîmê re çêbibe divê di riya Netewên Yekgirtî de be.

Serkirdeyê di ENKSê de Feysel Yûsif ji K24ê re got: “Jixwe opozîsyon di bin çavdêriya navdewletî danûstandina bi rêjîmê re dike ji bo destûrekê deynin û sîstemeke demokratîk ava bikin, lê hêvî di rêjîma Beis de nemaye ku ti mafan bide kesekî, yan destûrekê ku guhartinekê çî bike, tenê bijardeya leşkerî ji xwe re dibîne. Em ne li dijî diyalogê bi çavdêriya navdewletî ne û li gor biryara navdewlet 2254 em di Desteya Danûstandinê de ne, em wek ENKS daxwaz dikin ku Sûriya nenavendî be.”

Gelek hevdîtin di navbera Rêjîma Sûriyê û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de çêbûn, lê hatin rawestandin û ti encam jê derneketin. Li gorî serkirdeyên MSDê danûstandina bi rêjîmê re li gorî destûra heyî bû û ji ber vê yekê ew negihiştin xaleke hevbeş, di demekê de ku hemû aliyên beşdar di kirîza Sûriyê de li ser çareseriyeke siyasî û bi taybet dibin biryara 2254 ya Encûmena Asayîşa Navdewletî tekez dikin.