Girên Golanê di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bûye rageşiyeke nû

Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ligel kêşeyên heyî niha jî li qada Sûriyê li ser giren Colanê ku xaka Sûriyê ye û niha di destê dewleta Îsraîlê de ye weke rageşiyeke nû xwe dide der.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li qada Sûriyê Tirkiye û Amerîka di serî de ji ber mijarên devereke ewle, alikariyên bo YPGê, Minbic û operasyonên bo ser Rojhelatê Feratê tên beramberî hev. Ligel van mijaran niha jî li ser pirsa Girên Golanê her du welat di nava rageşiyekê de ne. Tirkiye dibêje di qada navdewletî de ew ê li dijî biryara Amerîkayê tev bigerin. Lê belê hin pisporên Tirkiyê dibêjin, ji ber hebûna Tirkiyê ya li Sûriyê û ji ber hêza Amerîkayê zêde piştevaniyekê bidest naxe Tirkiye. Hin pispor jî dibêjin hebûna Tirkiyê li Sûriyê demkî ye naşibe rewşa Îsraîlê.

Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ligel kêşeyên heyî niha jî li qada Sûriyê li ser giren Colanê ku xaka Sûriyê ye û niha di destê dewleta Îsraîlê de ye weke rageşiyeke nû xwe dide der. Piştî ku Serokê Amerîkayê Trump Bilindahiiya Colanê wek axa Îsraîlê nas kir, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavuşoglu rexneyên tund biryara Trump girtin. Herwiha Çawişoglu ragihand ew Îsraîl û Amerîkayê natirsin ew ê hember vê biryara Amerîkayê di qada navnetewî de tev bigerin.

Ev mijar ji aliyê pisporên Tirkiyê ve jî ji nêz ve tê şopandin. Li gorî hin pisporan Tirkiye ji ber habûna xwe ya li Sûriyê û ji ber hêza Amerîkayê di qada navneteweyî de li hemberî biryara Washîngtonê nikare piştevaniyeke xurt verbigre.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Kûrşat Atilgan ji K24ê re got:"Îsraîl ji bo ewlehiya xwe Girên Colanê gellek girîng dibîne ji ber vê yekê tu caran wê deverê bernade. Ev biryara Amerîkayê li Rojhlata Navîn dê heyameke nû û aloziyan bide destpêkirin. Tirkiyê di destpêkê de ev biryara Amerîkayê bi tundî şermezar kir û li hemberî vê yekê di qada navdewletî de gavên dîplimatîk jî diavêje. Lê belê Tirkiye nikare zêde tiştekî bike ji ber ku Amerîka û Îsraîl du welatên herî bihêz yên cihanê ne. Tirkiye tenê dê bertekan nîşan bide evqas."

Bi boçûna hin pisporan jî habûna Tirkiyê ya li Sûriyê demkî ye û muqayesekirina bi rewşa Îsraîl re xelet e û ev biryarên Amerîka yên yekalî dê rageşiyên heyî yên navbera Washîngton û Enqerê de gurtir bike û dê nîqaşên nû bi xwe re bîne.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Sûleman Erdem dibêje: “Tirkiye li deverên ku bi operasyona Şaxa Zeytûnê û Mertala Feratê bi dest xistine piştî ku li Sûriyê çareseriyek peyda bû dê li wan deveran derkeve û habûna Tirkiyê ya li Sûriyê demkî ye. Lê belê Di mijara Girên Colanê de Amerîka xaka Sûriyê weke xaka Îsraîlê qebûl dike.Ev hewlên Amerîkayê li Sûriyê rageşiyan zêdetir dike. Helbet hebûna Tirkiyê û hêzên kûrevî ya li Sûriyê jî dê rojên bê dê bê nîqaşkirin."

Bilindahiyên Golanê di navbera Îsraîl û Sûriyê de ye di şerê sala 1967an de kete bin kontrola Îsraîlê û heta niha jî di bin kontrola wî welatî de ye û di 25ê Adarê de Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî bi amadebûna Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu biryara danpêdana bi serweriya Îsraîlê li ser bilindahiyên Golanê îmze kiribû. Beramberî vê yekê ji aliyê Tirkiyê ve bertekên tund hatibûn ragihandin.