Erdogan: Pirsa Sûriyê li meydana şer çareser dikin

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan careke din gef li YPGê dixwe û dibêje, ewê piştî hilbijartinan, pirsa Sûriyeyê li meydana şerî çareser bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan careke din gef li YPGê dixwe û dibêje, ewê piştî hilbijartinan, pirsa Sûriyeyê li meydana şerî çareser bikin.

Erdogan di çarçoveya bangeşeyên hilbijartinê de li bajarê Stenbolê axivî û ragihand ku, ew rê nadin li ser sînorê başurê welatê wan korîdoreke terorê ava bibe. Ewê piştî hilbijartinan, pirsa Sûriyeyê ne li ser masê lê li ser meydana şerî çareser bikin.

Erdogan wiha axivî: “Piştî hilbijartinê karê me yê sereke çareserkirina pirsa Sûriyê ye. Emê vê vê meseleyê ne li ser masê, emê li meydana şerî çareser bikin. Em rê nadin li ser sînorên başûrê welatê me korîdoreke terorê ava bibe. Dersa pêwîst pêştir me dabû wan û emê bidin.”

Tirkiye gefa destpêkirina operasyonekê li rojhilatê Firatê û avakirina herêmeke ewle dike, lê ta niha Amerîka rê nade wê daxwaza Tirkiyê. Ji bo rewşa parêzgeha Idlibê ku niha di destê çekdarên El Nusra de ye, Rûsya ji Tirkiyê dixwaze wan çekdaran ji Idlibê derxîne û radestî rêjîma Sûriyê bike.

 

S. B