HDP: Di proseya hilbijartinan de 713 endam û rêvebirên me hatin girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratika Gelan HDP dibêje: Bi fermana Wezirê Navxweyî di pêvajoya hilbijartinê de, 713ê endam û rêveberên wan hatin girtin.
Peyvdara Komisyona Mafê Mirovan û Parlamentera HDP ya Batmanê Ayşe Acar daxuyaniyek da û got: Partiya Desthilatdar AKP-MHP, hemû rêkên propagandeyê ji wan re girtin û 713 endam û rêveberên wan kirin zîndanan.
Peyvdara HDPê got: Bes li Stenbolê 24 Demjimêr ji dengdanê re man e, 53 Endamên Meclisên wan ê bajar û navçeyan hatin girtin.
Li gorî daxûyaniya HDPê, pêla girtin û binçavkirinan 48 demjimêr man, hate bi lez kirin û hemû karmendên aktif xistin binçavan.
Peyvdara HDP dibêje, hemû êriş û zordestiya hatiye kirin bi armanca têk birina HDPê ye, lê HDP dê serbikeve.
C.B