Salih Muslim: Tirkiye beşek ji krîza Sûriyê, ne ji careseriyê ye

Derbarê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê de ku ragihandibû ewê piştî hilbijartinan, pirsa Sûriyeyê li meydana şerî çareser bikin. Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Diplomasî ya PYD Salih Muslim dibêje, Tirikyê beşek ji kirîza Sûriyê ye, ne beşek ji çareseriyê ye.
author_image Lava Ased
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Derbarê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê de ku ragihandibû ewê piştî hilbijartinan, pirsa Sûriyeyê li meydana şerî çareser bikin. Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Diplomasî ya PYD Salih Muslim dibêje, Tirikyê beşek ji kirîza Sûriyê ye, ne beşek ji çareseriyê ye.

Berî hilbijartinên Tirkiyê bi rojekê, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di çarçoveya bangeşeyên hilbijartinê de li bajarê Stenbolê axivî û ragihand ku, ew rê nadin li ser sînorê başûrê welatê wan korîdoreke terorê ava bibe. Ewê piştî hilbijartinan, pirsa Sûriyeyê ne li ser masê lê li ser meydana şerî çareser bikin.

Li ser vê daxuyaniya Erdogan, Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Diplomasî ya PYD Salih Muslim ji K24ê re got: “Heft sal in Tirkiye pirsgirêkên li Sûriyê çareser nake, ew bûne asteng ji bo ku çareseriyeke siyasî nebe. Her dem bi darê zorê axivîn û em dûr xistin. Lê em hêvî dikin, ne gelê Tirkiyê û ne gelê me yê Kurd li Bakurê Kurdistanê bi van gotinan neyin xapandin, ji ber ku bingeha van daxuyaniyan li ser derewan e.”

Hin siyasetmedar li Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku daxuyaniya Erdogan bi tenê piropogande ye ji bo helbijartinan û biryara çareserkirina krîza Sûriyê ne di destê Tirkiyê de ye.

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ji K24ê re got: “Tirkiye nikare bê Amerîka û Rûsyayê operasyona leşkerî bike. Çiqas gefan bixwe, ew vala ye, ancax Amerîka û Rûsya wiha bibêjin, heta Yekîtiya Ewropa wiha nabêje. Li dawiyê ez dibînim ku çareserî dê bi lihevkirina Amerîka û Rûsyayê çê bibe.”