Bakurê Kurdistanê: Di hilbijartinê de xwîn rijiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê di navbera dengdêran de şer derket, 2 kes hatin kuştin 5 û welati jî birîndar bûn.
Li Bakurê Kurdistan Bajarê Meletî, di navbera du grupên dengdêran de, pevçûn derket.
Di pevçûna Endamên AKPê û Partiya Saadetê de, çek hate bikar anîn û di encam de 2 endamên Partiya Saadetê yên bi navên Hesen û Ilyas hatin kuştin.
Li Dîyarbekir Navçeya Baxlarê, dîsa di navbera aliyan de şer derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn. Di dema şerê çekdarî de gelek tirimbêl jî rasti gulleyan hatin.
Kesên birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Diyarbekirê.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê Îro 56 Milyon û 911 hezar û 967 kes, dê biçin ser sandiqan û dengê xwe ji bo serokên şaredariyan bikar bînin.
Di van hilbijartinan de 30 Serokên Şaredariyên Mezin, 81 bajar, 922 navçe, 386 bajarok bi giştî 8 hezar û 270 namzetên şaredariyan dê werin hilbijartin.
Li tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 194 Hezar û 390 sandiq ji bo dengdanê hatine amadekirin.
Li bajarên Tirkiyê dê dengdan îro sibê demjimêr 08:00 destpê bike û êvarê jî demjimêr 17:00 bidawî bibe.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê cuda ye, dengdan dê Demjimêr sibê 07:00 destpê dike êvarê 16:00 bidawî bibe.
Di vê hilbijartinê de 12 partiyên Siyasî dikevin nav berîkanê û 3 hevpeymanên fermî hatine ragihandin. AKP û MHP: Hevpeymaniya Cumhur. CHP û Iyı Parti û Saadet: Hevpeymaniya Milet. HDP û 6 Partiyên Kurdî: Hevpeymaniya Kurdistanî saz kirine û ketine hilbijartinan.
Li ser daxwaza HDPê 92 çavdêr ji welatên Ewropa çavdêriya proseya hilbijartinê dikin, di nava wan de jî hejmarek parlemanterên Ewropî ne û beşek jî kesayetiyên siyasî yên welatên Ewropayê ne.
Hilbijartina Şaredariyan li Tirkiyê her 5 salan carekê tê kirin. 553 hezar karmendên hêzên ewlehiyê hatine erkdarkirin. Piştî 10 rojan encamên fermî yên hilbijartinê tên ragihandin.
C.B