“Erebên di nava HSDê de hewla cudabûnê didin”
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor raporteke rojnameya “alwatan” a Sûrî, Erebên di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne dixwazin jê vekişin û bi hikûmeta Sûriyê re guftûgo û pêwendiyê bikin.
Ji aliyekî din ve, pêgeha eliktironî “almontor” a Amerîkî da zanîn, nûçeya wê yekê hatiye belavkirin, piştî şerê li dijî DAIŞê li rojhilatê Firatê, pêkhateya Ereb a di nava rêzên HSDê de dixwaze vekişe û pêwendiyê bi hikûmeta Sûriyê re bike.
Li gor zanyariyên rojnameya Sûrî, Serokê Hoza Şemer Himêdî Deham El Hadî ku serperiştiya hêza “Senadîd” a di nava HSDê de dike bi hikûmeta Sûriyê re berdewam di guftûgoyan de ye ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Ji bilî wê jî, hozine din ên Ereb yên li navçê di nava HSDê de ne bi heman awayî bi desthilatdarên Şamê re di pêwendiyan de ne û dixwazin rêkeftineke jêrbijêr a tekalî bi rêjîma Sûriyê re bikin.
Di wê derbarê de, Himêdî Deham El Hadî dibêje: “Ew amade ye destê xwe dirêjî Serokê Sûriyê Beşar Esed bike û ji bo çareserî û rawestandina şer li masa guftûgoyan rûnin.”
Himêdî Deham El Hadî got jî: “Pêwendî bi hikûmeta Sûriyê re, piştî daxuyaniya Serokê Amerîka Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji navçê ve bileztir bûye.”
Li Minbicê jî, helwestên Erebên di nava rêzên HSDê de û hozên wek (Bobena, Henda û Bosultan) hatine guhartin. Ji bilî wê jî, beşek mezin çûne navçeyên di bin kontrola artêşa Sûriyê de û li wir dijîn, bi taybet piştî hatina artêşa Sûriyê bo wê deverê ji bo rê li hatina artêşa Tirkiyê bigire.
Li hemberê, Fermnadarê Meydanî ya HSDê Mezlûm Kobanê red kir ku ti niyazeke wan hebe ku ji Sûriyê cuda bibin û got: “Piraniya pêkhateyên HSDê Kurd in, beşek ji Sûriyê ne û naxwazin ji wî welatî cuda bibin û pêwîst e bi hikûmeta Sûriyê re bigihin çareseriyekê.”
S. B