Netewên Yekgirtî 4.3 milyon Dolar ji Kampa Holê re terxan kir

Nivîsgeha Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekgirtî ragihand, wan 4.3 milyon Dolar ji bo dabînkirina pêwîstiyan ji kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê re terxan kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîsgeha Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekgirtî ragihand, wan 4.3 milyon Dolar ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê re terxan kiriye.

Li gor daxuyaniya Nivîsgeha Karûbarên Mirovî, ev birê pereyan ji bo dabînkirin hemû pêdviyên kampê ji kon, pêwîstiyên jiyanê û xizmeguzariyên tenduristî re terxan kirine.

Coordinatora Netewên Yekgirtî a ji bo Karûbarên Mirovî Corinne Fleischer da zanîn, ev pere dê bikare dimildest alîkariyan ji bo deh hezaran rûniştvanên kampê peyda bike, bi taybet ji jin û zarokan re. Herwiha dê 42 rêxistinên din bi pêşkêşkirina alîkariyan jî beşdar bin.

Di proseya kontrolkirina bajarokê Baxozê ji DAIŞê de, HSDê bi dirêjiya çend mehan bi hezaran sivîl û malbatên DAIŞê ji Baxozê derxistin û li kampa Holê bicih kirin, beşek mezin ji wan koçberan jî di rewşeke tunduristî ya xirap de gihîştibûn kampê.

Rêxistina Tenduristiyê ya Navdewletî di meha Sibatê de ragihand, di 3 mehan de 73 kes li Kampa Holê canê xwe jidest dane, piraniya wan jî zarok bûn.

 

S. B