Tirkiye: Davutoglu heta mehekê Partiyek Nû ava dike

Ligor agahiyên ji saheya siyasî ya Tirkiye, Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu piştî encamên Hilbijartinên Herêmî hêz da xebata xwe ya avakirina Partiyek Nû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor agahiyên ji saheya siyasî ya Tirkiye, Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu piştî encamên Hilbijartinên Herêmî hêz da xebata xwe ya avakirina Partiyek Nû.

Ligor medya Tirkiye çavkaniyek ji derdora Davutoglu, ku berê Cîgiriya Serokatiya AK Partî kiriye, Partiya Nû heta mehekê dê ji raya giştî ya Tirkiye re were eşkere kirin.

Heman çavkaniyê diyar kiriye, ku Cîgirê berê yê Serokê AK Partî û Wezîrê berê Ali Babacan, ku yek ji kesayetiyên nêzîk ê Serokomarê berê Abdullah Gul tê destnîşankirin jî, dê di Partiya Nû de cîh bigre.

Ligor agahdariyan, derdora Davutoglu anîne ziman, ku di hilbijartinên herêmî de lawaziya siyaseta AK Partî derketiye pêş û dengdêran helwêsta xwe nîşan kiriye: AK Partî dema xwe ya serfiraziyê qedand.

 

 

C.B