Yekîtiya Ewrûpa gilîyê Îranê ligel NY dike

Sê welatên Yekîtiya Ewrûpayê – Almanya, Fransa û Ingilistanê girêdayî bernameya mûşekî ya Komara Islamî Îranê giliyên xwe gihandin Neteweyên Yekgirtî (NY)

K24 – Navenda Nûçeyan

Sê welatên Yekîtiya Ewrûpayê – Almanya, Fransa û Ingilistanê girêdayî bernameya mûşekî ya Komara Islamî Îranê giliyên xwe gihandin Neteweyên Yekgirtî (NY).

Di nameya hevpar de her sê welatan – daxwaz ji Sekreterê Giştî yê yê NY Antonio Guterres kirin, ku raporek berfereh liser bernameya mûşekî ya Îranê bê amade kirin. Xebat û çalakiyên Îranê di vê derbarê de bên şopandin.

Almanya, Ingilistan û Fransa destnîşan dikin, ku bernameya mûşekî ya Îranê herêma Rojhilata Navîn dixe nav metirsiyek mezintir de..

Herweha di nameya xwe bo NY de welatên Yekîtiya Ewrûpa tînin ziman, ku bernameya mûşekî ya Îranê li dijî rêkeftina atomî yak u ligel Îranê hatî imzekirin e jî.

 

 

C.B