Tek: Erdogan û MHP hîşt hesta netewî li cem Kurdan bilindtir bibe

Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û li ser beşdariya partiya wan di hilbijartinên şaredariyan de got: “Yekem car e em beşdarî hilbijartinan dibe. Herçend e dengên me jî kêm bûn, lê dema me dest bi pêvajoya hilbijartinê kir, me hesaba hejmara dengan nekir.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û li ser beşdariya partiya wan di hilbijartinên şaredariyan de got: “Yekem car e em beşdarî hilbijartinan dibin. Herçend e dengên me jî kêm bûn, lê dema me dest bi pêvajoya hilbijartinê kir, me hesaba hejmara dengan nekir.”

Tek tekezî li ser helwesta xwe kir û got: “Armanca me ji vê hilbijartinê ew bû, em nîşan bidin ku Kurd ne mehkûmê dewletê ye û ne mehkûmê siyaseta çewt a HDPê ye. diruşma me jî ew bû (Ne xendek û ne jî qeyum). Qeyum ji ber ku vîna gel jê standiye, loma ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Siyaseta PKKê li ser gelê Kurd spandiye jî ji aliyê me ve nayê qebûlkirin.”

Serokê Giştî yê PSKê da zanîn jî, Herçend e ev hilbijartinên herêmî bûn, lê propaganda hilbijartinê siyasî bû. Serokomarê Tirkiyê û Serokê MHPê bi siyastên xwe yên nijadperestiyê li dijî Kurd, hesta netewî li cem Kurdan bilindtir kir.

 

 

S. B