Serok Barzanî li Urdinê beşdarî Korbenda Aborî ya Cîhanê dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî îro li Urdinê beşdarî Korbenda Aborî ya Cîhanê ya taybet bi Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqyayê dibe.
Li ser vexwandina fermî ya Şahê Urdinê, duhî 5ê Nîsanê Serok Barzanî ligel şandekê gihîş Eman paytexta Urdinê.
Korbenda Aborî ya Cîhanê ya taybet bi Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqyayê ya 17emîn e korbaneda aborî ya li ser astê navçê û 10emîn e li ser asta Urdinê û zêdetir ji hezar serkirde û nûnerên welatan, kesayetî û xwediyên pêgehên aborî li ser asta cîhanê tê de beşdar dibin.
Serok Barzanî ev cara duyemîn e beşdariyê di wê korbendê de dike, pêştir di sala 2017an de beşdarî kiribû.
Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Urdinê de, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand, Urdin li navçê welatekî girîng e û pêwendiyên Herêma Kurdistanê Urdinê baştir dikin.
S. B