Serok Barzanî û Şahê Urdinê tekeziyê li hevahengiya dualî dikin

Şahê Urdinê Abdullah bin Al-Husên îro li Koşka Al-Husêniye ligel Serok Mesûd Barzanî û şanda pê re civiya.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Şahê Urdinê Şah Abdullah bin Al-Husên îro li Koşka Al-Husêniye ligel Serok Mesûd Barzanî û şanda pê re civiya.

Di hevdîtinê de, Şah Abdulah xweşhaliya xwe bi pêşveçûn û baştirbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê derbirî û ragihand, başbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê di berjewendiya hemû aliyan de ye.

Her di wê civînê de, tekezî li pêwendiyên dîrokî yên her du aliyan û berdewamiya wan pêwendiyên vekirî kirin û ronî xistin ser pêwendiyên aborî û bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê. Derbarê şerê teror û tundrewî de jî tekezî li ser hevahengî û hevkariya berdewam hate kirin.

Serok Barzanî bi serokariya şandeke bilind li ser vexwandina fermî ya Şahê Urdinê bo beşdariya di Korbanda Aborî serdana wî welatî dike.

Korbanda Aboriya Rojhilata Navîn û Efrîqya heyama du rojan berdewam bû û îro bidawî dibe. Herêma Kurdistanê bi şandeke bilind ku ji Wezîrê Darayî, Avedankirin û Plandanên pêk hatibû beşdarî di wê korbandê de kir.

 

 

S. B