HDP: Şaredariyên me tên desteser kirin

HDPê bi daxûyaniyekê got: Komisyona Bilind a Hilbijartinan, pesenda 26 namzetên wan ên serkeftî, naxwaze bide

K24 – Navenda Nûçeyan

HDPê  bi daxûyaniyekê got:  Komisyona Bilind a Hilbijartinan, pesenda 26 namzetên wan ên serkeftî, naxwaze bide.

Parlamenterê Mêrdînê yê HDPê Mithat Sancar got: Li gorî Biryarnameyên Rewşa Awarte, Komisyon biryaran dide û 5 bajarvaniyên wan hatine desteser kirin.

Sancar da zanîn: Ev biryar ne yasayî ne û li gorî biryarnameyên Rewşa Awarte yasa tên binpê kirin.

HDPê daxwaz kir, da ku dengdanên li 5 Navçeyên wan ên hatine desteser kirin, ji nû ve, hilbijartin werin kirin.

Sancar got: Komisyona Hilbijartinan, naxwaze pesenda 26 Namzetên wan, ku bi cûdahiyek mezin serkeftine, bide.

 

 

C.B