Şaredara Parîsê li Hewlêrê ye

Şaredara Parîsê Anne Hidalgo‬‏ bi seredanekê gihişte Hewlêrê

K24 – Navenda Nûçeyan

Şaredara Parîsê Anne Hidalgo‏ bi seredanekê gihişte Hewlêrê.

Hidalgo‏ ji medyayê re got, Parîs alîkariya Herêma Kurdistanê di pirsa alîkarî û vehewandina awareyan de dike.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê ji Kurdistan 24 re got, rêkeftinek di navbera Parîs û Hewlêrê de tê encamdan, Parîs di pirsên veguhestin, gehandin, paqijkirin û avedankirina Hewlêrê alîkar be.

Hidalgo digel şanda bi wê re, seredana Parêzgeha Hewlêrê kirin û j alî Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ve hatin pêşwazî kirin. Herweha di navbeyna aliyan de civîn pêkhat.

Şaredarê Parîsê Anne Hidalgo wekî dostek nêzîk a Kurdistanê tê naskirin.

 

 

C.B