Yeni Şafak: Welatên Kendavê 1 milyar dolar dan e PKK

K24 – Navenda Nûçeyan
Rojnameya Yeni Şafak a nêzîkî hukimeta Tirkiye iddia dike, ku welatên Kendavê bi taybetî Erebistan a Siûdî û Emiratên Yekgirtî yên Erebî 1 milyar dolar dan e PKK.
Yeni Şafak vê iddia ya xwe dispêre Mistefa Secerî yê ji Opozisyona Sûriye ya nêzîkî Tirkiye. Ligor rojnameyê Secerî diyar kiriye, ku tenê Tirkiye û çend welatên din alîkariyê didin Artêşa Azad a Sûriye.
Secerî aniya ziman, ku Erebistana Siûdî û Emîratên Yekgirtî yên Erebî di hewla dûrxistina Tirkiye ji Sûriye ne, lê Artêşa Azad piştgirê Tirkiye ye û dixwaze Tirkiye li Sûriye bimîn e.
C.B