Imamoglu pesendnameya xwe werdigre
K24 – Navenda Nûçeyan
Namzetê serkeftî yê CHPê Ekrem Îmamoglu, bo wergirtina pesendnameya şaredartiya Stenbolê hat vexwendin.
Serokatiya Şaxa Stenbolê ya CHPê da xuyakirin, Komîsyona Hilbijartinê ya Stenbolê, daxwaza betalkirina hilbijartinê ya AK Partî ret kir û bo wergirtina pesendnameyê Ekrem Îmamoglu hatiye vexwendin.
Ekrem Îmamoglu bo wergirtina pesendnamêyê berê xwe da avahiya Komîsyona Hilbijartinê ya Stenoblê.
Ji nû ve hejmartina dendgan, berdestê sibê temam bibû û Ekrem Îmamoglu hember Binalî Yildirim bi 13 hezar û 800 dengan pêş derketibû.
C.B