Neteweyên Yekgirtî pirsa zarokên li kampa Holê digre dest

Neteweyên Yekgirtî daxwaza çareserkirina rewşa 2500 zarokên biyanî li Kampa Holê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekgirtî daxwaza çareserkirina rewşa 2500 zarokên biyanî li Kampa Holê dike.

Banus Musîs, Rêkxerê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên mirovî yê taybet bi Krîza Sûriyê, daxwaz ji welatan kir, alîkariyan ji bo çareserkirina çarenivîsa 2500 zarokên biyanî, ji koma 75 hezar kesên ku li kampa Holê ya rojavayê Kurdistanê ne, kir.

Navborî di daxûyaniyekê de li Cenêvê ragihand, divê serederî digel zarokan wek qurbanî bê kirin, û divê berjewendiya zarokan di her çareseriyekê de bê parastin, dûr ji bîr û baweriyên malbatên wan.

Di 23ê Adarê de HSD kontirolkirina tevahiya navçeyên di bin kontrola DAÎŞê de ragihand, ku ji ber şer û pevçûnan bi hezaran welatiyên sivîl, çekdar û malbatên wan, xwe radestî HSD kirin.

 

 

C.B