Balî: Enqere dixwaze bi navbeynkariya Tehranê, ligel Şamê rûn e

Mistefa Balî diyarkir, ku agahdariyên wan hene Tirkiye dixwaze bi navbeynkariya Tehranê ligel Şamê danûstandinan bike

K24 – Navenda Nûçeyan

HSDê radighîne, hîn DAÎŞ bidawî nebûye û rojane teqînan encam dide.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ji Kurdistan 24 re ragihand, tevî ku ti navçeyek di bin kontrola DAÎŞê de nema ye, lê şerê wan yê li dijî wê rêxistinê berdewam e. Gefên wê hîn man e û rojane teqînên xwekujî encam dide.

Mistefa Balî da eşkere kirin, ku hevdîtinên Enqere, Tehran û Moskow ne di ast a çareseriyê de ne. Berovajî, ne di berjewendiyên gelên Sûriye û rêya çareseriyê ne. Ew danûstandin di berjewendiya dagîrkeriya Tirkiye û Îranê de birêve diçin. Rûsya van pêwendiyan jî, di stratejiya berjewendiyên xwe de birêve dibe.

Balî got ku, ew liser bîngeha diyalogek yeksan amade ne danûstandinan ligel her aliyekî bikin, dinav de Opozisyona Sûriye jî.Lê, bi taybetî Enqere amade ye ji bo dijberiya gelê Kurd her gave ligel Tehran û her aliyek din jî bavêje.

Mistefa Balî diyarkir, ku agahdariyên wan hene Tirkiye dixwaze bi navbeynkariya Tehranê ligel Şamê danûstandinan bike.