Tirkiye: Operasyon dijî 1360 malperên internetî

Rêveberiya Asayişa Giştî ya Tirkiyê li ser 1360 Malperên İnternetê Operasyon durist kir û 40 kes hatin girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Asayişa Giştî ya Tirkiyê li ser 1360 Malperên İnternetê Operasyon durist kir û 40 kes hatin girtin.

Rêveberiya Asayişa Giştî ya Tirkiyê û Fermandarîya Cenderme, li ser malperên internetê, Operasyonek da destpê kirin û bi sedan malper qedexe kirin.

Ligor Daxûyaniya Asayîşê, van malperan di salên 2017 û 2018an de, babetên ne yasayi pexş kirin e û propaganda ya xerab li dijî Tirkiyê kirin e.

Herwiha, van malperan ji derveyî welat xwe bi rêxistin kirin e û bi taybet zerar û zîyanê digihînin bazirganî, aborî û dîmenên  ciwan ên Tirkiyê.

Ligor daxûyaniya Asayişa Tirkiyê, ev malper ji derveyî  yasayan kar dikin û cezayê wan 1 sal û 6 meh in.

Di encama 1690 operasyonan de, 1360 Malperên İnternetê hatin asteng kirin û heta niha 40 kes hatine girtin.

Rêveberiya Asayişê dibêje: Sala 2019an de jî, wan 42 Operasyon encam dane û operasyon berdewam dikin.

 

 

C.B