Trump dikare Tirkiye ji dorpêçan azad bike?

Kurd24

Pêwendiyên Amerika û Tirkiye her diçe aloztir û tevlîhevtir dibin. Piştî her seredanek şandek Tirkiye bo Waşington di medya Tirkiye de tê diyarkirin, ku Amerika ji rewşa Tirkiye tê digihe û pêwendî dê ber bi asayîbûnê ve biçin.

Lê, medya Amerikayê û Ewrûpayê pêwendiyan bi berçavkên din dinirxîne û helwêst bi tevayî ji hevûdu cuda ne.

Babeta sereke ya aloz niha - di navbeyna danûstandinên Enqere û Waşington de kirîna mûşekên S400 ji Rûsya, heman demê kirîna firokeyên şerî yên F35 û beşdariya di bernameya van firokeyan de, tê destnîşan kirin.

Ji bo nêzîkahî û têgihiştina pozisyona Tirkiye, di çendîn rojên derbasbûyî de Wezîrê Gencîneya Tirkiye û Zavayê Serokomar Erdogan Berat Albayrak, Wezîrê Bergirî yê Tirkiye Hulusi Akar û peyvdarê Serokomariyê Ibrahim Kalin li Waşingtonê bûn û çendîn hevdîtin lidar xistin. Ya herî girîng dinav wan de: Hevdîtina Albayrak ligel Serok Trump bû.

Piştî vê hevdîtinê, weha diyar e, ku Tirkiye dixwaze bide diyarkirin: Serok Trump pozisyona Tirkiye baştir tê digihe û dê hewl bide – Tirkiye ji metirsiya liser dorpêçan azad bike!

Raya giştî ya Amerika, Kongres û Senat a Amerika, Wezareta Derve ya Amerika, Pentagon û Medya Amerika bi xwe ne di vê baweriyê de ne! Serokê Bernameya Tirkiye ya Enstituya Waşingtonê Soner Çagatay bi çend gotinan rewşa Tirkiye li Amerika weha şîrove dike: Qet baweriya min nîn e, kes bikaribe Tirkiye ji dorpêçan azad bike! Li Waşingtonê dostên Tirkiye neman e!..

Egerên neman a dostên Tirkiye li Waşingtonê, ger em wêneyê pêwendiyên her du welatan bigrin dest, ne di babetekê de, di gelek babetan de bi tevayî dijî hevûdu ne û aloz in:

-Tirkiye dinav dostaniya stratejîk a dijminên stratejîk ên Amerika û cîhana Rojava – Rûsya û Îranê re ye, niha jî tê gotin, ku di hewla pêkanîna diyalogê ligel Şamê ye jî.

-Li Sûriye gefê li rojavayê Kurdistanê dixwe. Amerika rojavayê Kurdistanê wekî hevpeymanê xwe dibîne

-Tirkiye dinav pêwendiyên aborî yên vekirî û veşartî ligel Komara Islamî ya Îranê ye. Amerika dorpêçên herî tund daniye ser Îranê û gefa sizayê dixe ser aliyên ku pêwendiyên aborî ligel Îranê hene.

-Tirkiye rola Îranê li herêmê erênî dinirxîne. Amerika Îran wekî mezintirîn metirsî liser ewleyiya Rojhilata Navîn dibîne.

-Tirkiye piştgiriya Maduro li Venezuela dike. Amerika heman Maduro wekî Serokomarê Venezuela jî nasnake.

-Tirkiye dinav pêwendiyên aborî û h w d.. yên vekirî û veşartî ligel Venezuela ye. Amerika gefa sizayê dide her aliyên, ku dinav pêwendiyan de ne.

-Li Tirkiye hevwelatiyên girtî yên Amerika hene. Amerika daxwaza serbestberdana wan dike…

- û gelek aloziyên din jî hene.

Ligor nirxandinan,  Serok Trump ne dikare, ne jî dixwaze ger Tirkiye siyaseta xwe weha dom bike, Enqere ji dorpêçan azad bike…

Hewlêr, 21 Nîsan 2019