Peyvdarê YPGê: Emê wek bersiva DAIŞê, bersiva êrîşa Sûriyê bidin

Li ser gefên rêjîma Sûriyê li dijî rojhilatê Firatê, Peyvdarê YPGê got: Rêjîma Sûriyê di xeyalên wê de heye wek berê veger.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û ragihand, me serkeftina ceografî li ser DAIŞê di meha bûrî de ragihand, lê ji pirsa ceografî zêdetir, bîr û baweriya wê hîna maye û dê ne bi hêsanî were tunekirin. Ta niha şanên nivistî yên DAIŞê li herêmê mane, ji ber vê jî hîna metirsiya DAIŞê maye. Standina ceografya ji DAIŞê, nayê wateya nemana terorê.

Peyvdarê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd diyar kir, erkê me di qonaxê de ew e, em bikarin çandeke nû di nava civakê de biçînin, ku civak hevdu qebûl bike û ji aliyê leşkerî ve şanên nivistî jinav bibin û ta niha encam jî baş in.

Nûrî Mehmûd hişyarî ji hebûna bi hezaran ji çekdar û bi deh hezaran malbatên DAIŞê di zîndanên Rêveberiya Xweser de da û got: Hebûna bi deh hezaran çekdar û malbatên DAIŞê, barekî giran li ser pişta gelê bakurê Sûriyê û Rojava ye. Herwiha ev metirsiyeke mezin e jî ku DAIŞ karibe xwe careke din birêxistin bike, ev berpirsatiya civaka navdewletî ku çareseriyekê ji vê pirsê re bibîne, lê mixabin ew bi erkê xwe ranebûne.

Amaje bi wê jî kir, malbatên DAIŞê di hundir zîndan û kampan de isyanê dikin, ku bikarin derkevin û xwe bigihînin Tirkiye û Idlibê. Bi taybet ku desthilata Tirkiyê li Idlibê heye, lewra hêviya wan heye ku li Idlibê nimûneyeke wek Iraqê pêk bînin.

Derbarê gefên Tirkiye li hember Rojavayê Kurdistanê de got: Hikûmeta Ak Partî û Serokomarê Tirkiyê ezmûna li bakurê Sûriyê heye têk bibe, ji bo projeya xwe ya ferehbûnê pêk bîne û Efrîn nimûneya vê projeyê ye. Di hundir Efrînê de bîr û baweriya cîhadîstê zêde bûye, rêjeyeke mezin ji xelkê Efrînê hatiye koçberkirin, dîwar li derdora Efrînê ava dike, demografiya tê guhartin û her roj jî kuştin û revandina welatiyan çê dibin.

Li ser gefên rêjîma Sûriyê li dijî rojhilatê Firatê, Peyvdarê YPGê got: Rêjîma Sûriyê di xeyalên wê de heye wek berê veger, tiştekî wiha dê rêjîmê winda bike. Artêşa Sûriyê ne di wê karînê de ku karibe êrîş bike. Heger hat û rêjîmê êrîşî me kir, wek me çawa bersiva terora cîhanê DAIŞê da, emê bersiva wê jî bidin.

Li ser helwesta Rûsyayê, Nûrî Mehmûd got: Me Rûsya wek welatekî gerentîker didît ku bikare çareseriyê di hundir Sûriyê de bipêş bixe, lê mixabin siyaseta Rûsyayê pir erzan derket û bi Tirkiyê bazar li ser Sûriyê kir. Rûsya Tevî ku welatekî gerentîker e, lê hember dagîrkirina Idlib, Efrîn, bab û Cerablusê bêdeng e.

Derbarê serdana şandeke MSDê û hevdîtina bi Serokê Fransayê re Peyvdarê YPGê got: Destekeftiyên li bakurê Sûriyê, ji her tiştî bêhtir destkeftiyeke cîhanî dibînin, loma ev helwestên Hevpeymaniya Navdewletî û cîhanî ji bo çareseriyeke giştî li hundir Sûriyê gelekî girîng in. Em ji statûyeke ku perçebûna Sûriyê zêdetir em statûyeke di hundir Sûriyê de dixwazin. Di vê derbarê de jî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ne dijî wê ne. Lê di asta navdewletî de guftûgo ji bo wê pirsê nehatiye kirin.

 

 

S. B