Artêşa Tirkiyê bi dîwarekî gundên Efrînê ji hev cuda dike

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar mal û avahiyên gundekî navçeya Şêrewa ya Efrînê hildiweşînin û dîwarekî bilind ava dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar mal û avahiyên gundekî navçeya Şêrewa ya Efrînê hildiweşînin û dîwarekî bilind ava dikin.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re da zanîn, çend roj in artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve hejmarek malên welatiyan, dibistan û avahiya şaredariya gundê Cilbirê yê li navçeya Şêrewa hildiweşînin û li cihê wan dîwarekî cemento datînin.

Wî jêderî da zanîn, ta niha bi zelalî nayê zanîn armanca avakirina vî dîwarî li navçeya Şêrewa çi ye û danîna dîwar ji gundê Cilbirê û ber aliyê rojavayê wî gundî berdewam e.

Li gor wî jêderî,  ev dîwar ji aliyekî ve gundên navçeya Şêrewa ji hev cuda dike û ji aliyekî din ve herêma Efrînê ji bakurê Helebê cuda dike.

Herwiha ev dîwar rê li pêş vegera derbiderên Efrînê yên li navçeyên bakurê Helebê dimînin jî, dibe astengî.

 

S. B