Tirkiye biryara Amerîka ya derbarê Îranê de qebûl nake

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand, Amerîka nikare çawaniya pêwendiyên wan diyar bike û biryara Amerîkî ji bo xelkê Îranê xerapiyeke mezin e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand, Amerîka nikare çawaniya pêwendiyên wan diyar bike û biryara Amerîkî ji bo xelkê Îranê xerapiyeke mezin e.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê da xuyakirin, ew dorpêça aborî ya li ser Îranê ferehtir dikin û moleta 8 welatên ku berê hiştibûn ji Îranê petrolê bikirin, bidawî tînin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu, li ser twîtterê nerazîbûneke tund li hember biryara Amerîka nîşan da û got, biryara dawî ya Amerîkayê xizmeta aramî û aştiya navçeyê nake û ziyan digihîne xelkê Îranê.

Çawîşoglu got, ew li dijî wergirtina biryarên yekalî ne û fişarên ser çawaniya pêwendiya bi cîranên wan re qebûl nakin.

 

S. B