Tirkiye: Doz li hember karmendek din ên Konsûla Amerîka hatiye vekirin

K24 – Navenda Nûçeyan
Dozgeriyê li Stenbolê li hember Karmendê Konsûlxaneya Amerika li Stenbolê Nazmî Çete Canturk û keça wî bi tometa “endametî di rêxistina terorê de” doz vekir.
Canturk karmendê sêyem a Konsûlxaneya Amerikayê ye, ku li hember doz tê vekirin. Ligor pisporan ev yek dikare, pêwendiyên aloz di navbeyna Tirkiye û Amerika de mezintir bike.
Ligor doze pêwendiya Canturk, hevjîna wî û keça wî ligel Tevgera Cemaeta Gulen hebûye.
Doz di 8ê Adar a îsal de hatiye amadekirin, lê heta niha bi raya giştî re nehatiye parve kirin.
C.B