“Tirkiye li alternatîfeke din ji Îranê re digere”

Ajansa “Bloomberg” a Amerîkî belav kir, piştî sizayên Amerîka li Îranê, Tirkiye li alternatîfeke din ji Îranê re digere û dixwaze Iraqê bike çavkaniya dabînkirina petrola xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa “Bloomberg” a Amerîkî belav kir, piştî sizayên Amerîka li Îranê, Tirkiye li alternatîfeke din ji Îranê re digere û dixwaze Iraqê ji xwe re bike çavkaniya dabînkirina petrolê.

Bloomberg ku ajanseke aboriyê ye, li ser zarê du jêderên agahdar belav kir, Tirkiye dixwaze petrola zêdetir ji Iraqê bikire û hinardekirina petrola Kerkûkê bo bendera Ceyhanê zêde bike.

Li gor wê ajansê, serdana duhî ya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu bo Iraqê û hevdîtina bi birpirsên Iraqê li Bexda û Besrayê re ji bo wê armancê bû.

Piştî sizayên Amerîka li ser petrola Îranê, Enqerê dijayetiya xwe ji biryara Amerîkî nîşan da, lê tevî wê Tikiye nikare yariyê bi wê pirsê bike, ji ber ku dê metirsî bikeve aboriya wê.

Sala bûrî aboriya Tirkiyê rastî dakişandinê bûbû û şaresazyên aborê ragihand, sizayên Amerîka li ser Îranê bandoreke nerênî li ser aboriya Tirkiyê dirust kiriye.

  

S. B