Li Girkê Legê 5emîn Festîvala Hespên Resen birêve çû

Li gundewarên bajarê GirkêLegê 5`mîn festîvala hespên resen birêve çû, bêhtir ji 150 hespî têde beşdarbûn, beşdar û berpirsên festîvalê dibînin ku her sal ev festîval mezin dibe û guhdana xelkê jî pê zêde dibe, festîval ku ji bilî rikaberiyê dibe mîna bazarekê ji hespên resen re.
kurdistan24.net

 

K24 – Girkê Legê

Li gundewarên bajarê GirkêLegê 5`mîn festîvala hespên resen birêve çû, bêhtir ji 150 hespî têde beşdarbûn, beşdar û berpirsên festîvalê dibînin ku her sal ev festîval mezin dibe û guhdana xelkê jî pê zêde dibe, festîval ku ji bilî rikaberiyê dibe mîna bazarekê ji hespên resen re.

Li gundê Hemo Ker yê bi ser bajarokê Girkê Legê ve 5emîn Festîvala Hespên resen hate lidarxistin, tê de bêhtir ji 150 hespî beşdar bûn. Festîval di çapa îsal de rikaberiyeke mezin tê de hate nîşandan, nemaze ku xelatên madî jî ji hespên serkeftî re hebûn.

Beşdarên festîvalê ji aliyê xwe ve kêfxweşiya xwe nîşan didin, û balê dikşînin ser zêdebûna hejmara hespan û asta rêxistkirina festîvalê.

Ji bilî festîvala salane, her 2 mehan li Rojavayê Kurdistanê festîval û pêşbirkên hespan têne lidarxistin û ji bilî rikaberiyê, derfetên kirîn û firotina hespan jî têne bidest xistin. Endamên komîta amadekar didin zanîn jî ku ji ber zêdebûna beşdariyê ew bi awayekî berdewam van pêşbirkan lidar dixin, ku hin ji wan li ser asta Sûriyê beşdarî pêşbirkan dibin û hin xelat jî wergirtine.

Ta berî çend salan xwedîkirin û pêşbikên hespan tenê wek nerîtekê deverê bû, lê zêdebûna guhdan û xwedîkirina hespan, ev nerît ber bi pisporiyê ve biriye, nemaze ku aliyên têkildar jî karînan ji bo lidarxistina vê festîvalê zêde dikin.