Tek: Li hember tifaqa Tirkiyê bila tifaqa Kurdistan were avakirin

Tifaqa Welatperwer û Demokrat ku ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) û Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) ve bo hilbijartinên şaredariyan hati bû avakirin, biryar e ku piştî hilbijartinan jî ev tifaq bidome û were berfirehtir kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Tifaqa Welatperwer û Demokrat ku ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) û Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) ve bo hilbijartinên şaredariyan hati bû avakirin, biryar e ku piştî hilbijartinan jî ev tifaq bidome û were berfirehtir kirin.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de li Bakurê Kurdistanê yek ji tifaqên ku hatibûn avakirin jî Tifaqa Welatperwer û Demokrat a PAK û PSKê bû ku li bajarên wek Diyarbekir, Mêrdîn, Êlih û Mûşê tevlî hilbijartinan bibû. Tifaqê nekarî li ti deveran şaredarî bi dest bixe lê aliyên tifaqê didin zanîn ku xebat tên kirin da tifaq bidome û berfirehtir bibe. Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) Mesût Tek dide zanîn ku hewlên wan hene tifaqa wan berfirehtir bibe û pêdiviya siyseta Kurdan li Bakurê Kurdistanê bi tifaqeke mezin heye ji ber ku li hember Kurdan tifaqeke mezin hatiye pêkanîn.

Serokê PSKê Mesût Tek ji K24ê re wiha axivî: "Erdogan bang dike ku Tifaqa Tirkiyeyê were avakirin. HDP bang dike ku tifaqa demokrasiye were avakirin. Em jî dibêjin werin em li Bakurê Kurdistanê Tifaqa Kurdistan ava bikin."

Tifaqa Welatperwer û Demokrat di hilbijartinên 31ê Adarê de ji ber ku nekarî wek partiyek tevlî hilbijartinan bibe bi namzetên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibû. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya PAKê Henîfî Tûran jî amaje dike ku xuya bû ye ku li Bakurê Kurdistanê pêdivî bi partiyeke ku bikare hemû aliyan bihewîne heye.

Henîfî Tûran dibêje: "Ev ji bo me destpêkek bû. Em dixwazin tifaq bidome. Em ê hewil bidin ku hemû aiyan beşdarî tifaqê bikin û berfirehtir bikin. Emê bi vê rewşê berdewam nekin. Em ê berfirehtir bikin."

Aliyên Tifaqa Welatperwer û Demokrat didn zanîn ku berê di dema bangeşeyan de dengdêr û alîgirên HDPê dijmintiya wan dikirin û zimaneke êrîşkar bi kar dianîn lê di hilbijartina dawîn de wan ferq kiri ye ku êdî xelk guh didin alternatîfan û ev yek dide nîşan ku di dijberiya hember alternatîfên HDPê yên Kurd de şikestinek dest pê kiri ye.