Bi vîdyo.. Tirkiye Efrînê ji navçeyên din cuda dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê demek e dest bi hilweşandina xaniyên çend gundên Efrînê kiriye û dîwarekî li derdora Efrînê dike, çalakvan jî dibêjin, armanca girtina vî dîwarî cudakirina Efrînê ji xaka Sûriyê ye.
Artêşa Tirkiyê demeke li her du gundên navçeya Şêrewa Cilbir û Kîmarê xanî û zeviyên xelkê têk dide û dîwarekî cemento ava dike.
Welatiyeke ji gundê Cilbirê Duha Îbiş ku ji gundê xwe derbider bûye ji K24ê re dibêje: “Em ji gundê xwe derbider bûne û li gundê Keştî'arê rûniştine, gundê me Cilbirê li hemberî me ye, lê em ne dikarin derbasî gundê xwe bibin. Gundê me talan kirin, niha dîwar lê digirin û nîvê gundê ji aliyê bakur û rojhilat ve û tevî zevî û daran rakirin.”
Ji bilî Cilbirê li gundê Kîmarê jî artêşa Tirkiyê xanî û zeviyan têk dide û dîwar ava dike. Endama Hevrêziya Kongreya Star Hediye Yûsif dibêje, Tirkiye bi avakirina vî dîwarî û bêdengiya navdewletî dixwaze hebûna xwe li Efrînê rewa bike.
Hediye Yûsif ji K24ê re wiha axivî: “Avakirina dîwarekî di navbera Efrîn û devera Şehbayê de gelek wateyên xwe hene. Berî her tiştî dewleta Tirkiyê ya dagîrker dixwaze bi riya girtina dîwarekî, dagîrkirina xwe ji Efrînê re rewa bike. Ji nedî ve û bêyî ku kes li dijî wê bisekine dîwar çê dike û bi wî rengî erdê xwe zêde dike. Jixwe ji dema dagîrkirina Efrînê ve, Tirkiye guhartina demografî li Efrînê dike.”
Li devera Şehbayê hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên Rûsî jî hene û tenê li dîwar temaşe dikin. Rûsya li ser zarê Wezîrê Derve Sergey Lavrov dibêje: “Ti agahiyên me li ser avakirina dîwar tune ne.” Lê li ser erdê ev dîwar li pêş çavên wan tê avakirin û xelkê Efrînê baca siyasetên navdewletî didin.