PAK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz be

Kedkarên bakurê Kurdistanê, îsal jî ji mafên xwe yên bingehîn ên aborî, civakî, neteweyî û demokratîk bêpar, pêşwazîya 1ê Gulanê dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, bi boneya Roja Cîhanê ya Karkeran daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24.

Ev naveroka daxûyaniyê ye:

Kedkarên bakurê Kurdistanê, îsal jî ji mafên xwe yên bingehîn ên aborî, civakî, neteweyî û demokratîk bêpar, pêşwazîya 1ê Gulanê dikin. Karker, kedkar û karmendên Kurd û Kurdistanê têkoşîna xwe ya ji bo azadî û serdestîya miletê xwe, welatê xwe û têkoşîna ji bo azadî, demokrasî, jîyaneke bi rûmet û edaleta civakî bi hev re dimeşîne. Ji ber vê yekê, 1ê Gulanê ji bo karker, kedkar û karmendên Kurd û Kurdistanê maneyeke xwe ya taybetir heye.

Di 1ê Gulana 2019an de karker, karmend û bi giştî kedkarên bakurê Kurdistanê di rewşeke xerab de dijîn; şerê heyî û binpê kirina azadî û demokrasîyê rewşa kedkaran zehmettir dike.Bi hezaran kes ji karên xwe hatine avêtin.

Kedkarên Kurdistanê têkoşîna ji bo aborîyeke hîn baştir, ji bo maf û demokrasîyeke hîn firehtir û ya welatekî azad bi hev re dimeşînin.

Bi hêvîya ku, li ser axa welatê xwe, li ser bingehê azadî û edaleta civakî miletê Kurd û civaka Kurdistanê bikaribe xwe bi xwe bi awayekî azad îdare bike, Partîya Azadîya Kurdistanê 1ê Gulana hemû karker, kedkar û karmendên Kurd û Kurdistanê û dinyayê pîroz dike.

1ê Gulana 2019an

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê