Demîrtaş û Qendîl derbarê Girevên birçîbûnê de nakok in

Demîrtaşî û berpirsên PKKê de nêrînên cuda hene. Demîrtaş dijî girevên birçîbûnê ye û hêvî dike dawî were. Lê berpirsên PKKê rijd in û banga berfirehtirkirina girevên birçîbûnê dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 4 zindanên wekî Wan, Diyarbekir, Bakirkoy û Gebzeyê 15 zindaniyên PKKê, ji bo tecrîda li ser rêberê PKKyê Abdullah Ocalan şermezar bikin dest bi rojiya mirinê kirin. Ev çalakî her çend roj bi roj berfirehtir bibe jî di navbera Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşî û berpirsên PKKê de nêrînên cuda hene. Demîrtaş dijî girevên birçîbûnê ye û hêvî dike dawî were. Lê berpirsên PKKê rijd in û banga berfirehtirkirina girevên birçîbûnê dikin.

Li 4 zindanên wekî Wan, Diyarbekir, Bakirkoy û Gebzeyê 15 zindaniyên PKKê, ji bo tecrîda li ser rêberê PKKyê Abdullah Ocalan şermezar bikin dest bi rojiya mirinê kirin. Zindaniyên PKKê dixwazin hevdîtinên Ocalanî digel malbat û parêzerên wî neyên astengkirin.  Ji bo vê armancê jî berê xwe dan çalakiya mirinê.

Li ser girevên birçîbûnê nêrînên cuda di navbera Hevserokê berê yê HDPyê Selahatîn Demîrtaşî û berpirsên PKKê de hene. Demîrtaş dijî girêvên birçîbûnê ye, lê ew nikare banga dawîkirinê jî bike. Divê hikûmet guh bide daxwazên xwenîşanderan û girevên birçîbûnê dawî werin.

Lê berpirsên PKKê berevajî Demîrtaşî rijd in. Endamê Desteya Rêveber ê PKKê Murat Karayilan dibêje: Divê girevên birçîbûnê berfirehtir bibin û zêdetir kes beşdarî bikin. Divê xwenîşandarên girevê tenê neyên hiştin.

Li gor Hevserokê KCKê Cemîl Bayik jî girevên birçîbûnê helwesteke netewî û şoreşgerî ye û heta encamek were bidestxistin divê berdewam be.

Berpirsekî din ê PKKê jî eşkere dike ko hikûmeta Tirkiyê guh nade peyama wan û ji zimanê girevên birçîbûnê tênagihe.  Ewê jî bi zimanê çekan biaxifin û şerî berfirehtir û dijwartir bikin.

Girevên birçîbûnê beriya 6 mehan di pêşengtiya Parlementera HDPyê Leyla Gûvenê de destpêkir û bi 3 hezar zindaniyên PKKyê berdewam e. Dixwazin tecrîda li ser Ocalanî rabe. Lê hikûmeta Tirkiyê bêdengiyê hilbijartiye û ne diyar e ev rewşa aloz dê ber bi kû ve biçe.