Çavuşoglu: Derbarê Sûriyê de, em bi Amerîka re negihiştine rêkeftinekê

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu di konferanseke rojnamevanî de got, li ser pirsa Sûriyê ew bi Amerîkayê re negihiştine rêkeftineke tam. Lê danûstandinên wan berdewam e û li gor berê nêziktirê hevûdu bûne.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu di konferanseke rojnamevanî de got, li ser pirsa Sûriyê ew bi Amerîkayê re negihiştine rêkeftineke tam. Lê danûstandinên wan berdewam e û li gor berê nêziktirê hevûdu bûne.

Çavuşoglu got: “Li ser vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê û avakirina herêma ewle, em bi Amerîkayê re danûstandinan dikin. Em nikarin bibêjin em li ser her mijarî lihev dikin. Lê piştî danûstandin û gotûbêjan nêzikbûnek di navbera me û Amerîkayê de çêbû. Di civîna pêşiya me de emê nêziktirê hev bibin. Heta niha me lihevkirinek tam nekiriye lê gotûbêjên me pêşvetir diçin.”

Mewlût Çavuşoglu herwiha da zanîn, dê Serokê Amerîkayê Donald Trump serdana Tirkiyê bike, lê dema wê ne diyar e.

 

 

S. B