Yapicioglu: Heger pirsa Kurd çarser nebe, Tirkiye biser nakeve

Cîgirê Serokê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu ragihand ragihand, heger pirsa Kurd çarser nebe, Tirkiyê di warê siyasî, aborî û warên de nikare bigihe cihê ku ew dixwaze.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu ragihand ragihand, heger pirsa Kurd çarser nebe, Tirkiyê di warê siyasî, aborî û warên de nikare bigihe cihê ku ew dixwaze.

Cîgirê Serokê HUDA-PAR Zekeriya Yapicioglu beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û li ser naveroka civîna wî bi Serok Barzanî re ragihand, armanca me ji vê serdana bo Herêma Kurdistanê vekirina nûnertiya HUDA-PARê bû û spasiya Serok Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ji bo vekirina nûnertiyê hevkar bûn.

Herwiha got: Di civînê de çareserkirina pirsgirêkên navçê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, pêwendiyên partî û saziyên Bakur û Başûrê Kurdistanê.

Yapicioglu amaje bi wê jî kir, “Bi vekirina nûnertiya HUDA-PARê li Herêma Kurdistanê, me xwast peyamekê bidin, ku pêwendiyên me bi Serok, hikûmet, partî û gelê Herêma Kurdistanê re xurt bin û em girîngiyê jî didin van pêwendiyan.”

Li ser beşdarnebûna HUDA-PARê di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de, Yapicioglu got, sedemek ew bû ku qeyran aborî ya Tirkiye tê re derbas dibe, bandor li me jî kir. Li Tirkiyê partiya benda (% 3) derbas neke, nikare alîkariyê ji hikûmetê bistîne. Sedema duyem jî, li wîlayetên ku rêxistinên me hîna lê nîn in, me xwast em xwe li wir birêkxistin bikin û xwe ji bo hilbijartinên 2023an amade bikin.

Aşkere kir jî, di hilbijartinên 31ê Adarê de ji bo dengên HUDA-PARê gelek partiyan pêwendî kirin, lê bi piranî dengên me ji Ak Partî re çûn.

Derbarê tifaqên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera aliyan de çê bûne de Yapicioglu da zanîn, HUDA-PAR cihê xwe di ti tifaqê de negirt. Diyar kir jî, ji bo hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an 5 partiyên Kurdistanê hevdîtin bi me re kir û ji me xwast ku tifaqekê ku HDP jî di nav de çê bikin. Lê ji ber ku em helwesta HDP ji berê de dizanin, ev yek neçû serî.

Li ser tometên HDPê yên derbarê HUDA-PARê de, Yapicioglu got: Ev propagandiyên qirêj û reş in. Di 6 û 8ê Cotmehê êrîşî baregehên me kirin û 25 cihên me şewitandin û hejmarek ji biraderên me di nav û li ner baregeha me de şehîd kirin. tevî wê jî ew me wek êrîşker nîşan bidin û xwe jî qurbanî dibînin.”

Herwiha got: “Em partiyeke siyasî ne û ti hêza me ya çekdar jî tune ye. Lê ji ber ku ew (HDP/PKK) nexwazin ji bilî wan ti hêzek yan ti siyasetek li Kurdistana Tirkiyê bê meşandin, kî derkeve, ew dibêjin yan têkevin bin baskên me, yan jî hûn alîkarê dewletê ne.”

Derbarê HUDA-PARê de Yapicioglu got: “Damezrênerên HUDA-PARê ji sedî 95 Kurd in, lê em partiyeke Îslamî ne, lê di bernameya partiya me de çareserkirina pirsgirêka Kurd pirsa herî sereke ye. Lê kesên xwe wek siyaseta Kurd binav dikin, hatine astekê ku dibêjin pirsgirêka Kurd nemaye û behsa demokratbûna Tirkiyê dikin.”

Cîgirê Serokê HUDA-PARê li ser pirsa Kurd li Tirkiyê got: Li Tirkiyê nêzîkî 20 salan e partiya desthilatdar xwe Îslamî dibîne û HUDA-PAR jî deng di hilbijartinan de daye wê, lê ji çareserkirina pirsa Kurdî dûr ketiye, Yapicioglu got: “Ak –Partî xwe partiyeke (muhezfezkar-demokrat) e, heger serkirdatiya wê wek Îslamî tê diyarkirin, lê bernameya wê partiyê cuda ye. Rast e Ak Partî ji çareserkirina pirsa Kurdî dûr ketiye û dibêje pirsgirêka welatiyên Kurd hene, lê ti pirsgirêka Kurd tune ye.

Herwiha got: “Ji sala 1923an û ta 2005an hebûna Kurd hat înkarkirin. Di 2005an de Erdogan Serokwezîr bû got pirsgirêka Kurd û heye û divê bê çareserkirin û hin gav avêtin û ev jî derfeteke mezin bû, lê ev pêvajo ber avêt û gelek sedemên wê yekê hene. HDP hat astekî got em nahêlin tu bibî serokomar û ji wê pê ve ev pêvajo têk çû. Ak Partî nêzîkî MHPê bû û hat guhartin.”

Cîgirê Serokê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu tekez kir jî: Heger Tirkiye dixwaze bibe dewleteke serbixwe û ji bin bandora Ameîrka derkeve, divê pirsgirêkên navxwe çarser bike. Heger pirsa Kurd çarser nebe, Tirkiyê ne di warê siyasî, aborî û warên de nikare bigihe cihê ku ew dixwaze û nikare bibe dewleteke mezin. Lê divê çareserî jî bi rê rêbazên aştiyane bin, ne bi bijardeyên leşkerî.”   

 

 

S. B