HDP: Divê Parleman lêborînê ji gelê Kurd ê Dêrsimê bixwaze

Partiya Demokratîk a Gelan HDP, ji Parlamena Tirkiyê xwest lêborînê ji gelê Kurd ê Dêrsimê, bixwaze

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan HDP,  ji Parlamena Tirkiyê xwest lêborînê ji gelê Kurd ê Dêrsimê,  bixwaze.

HDP jibo tevkujiya Dêrsimê pêşniyara biryarekê pêşkêşî Parlamena Tirkiyê kir.

HDP, di pêşniyarbiryarê de dibêje: Tevkujiya Dêrsimê di 82 mîn salê de, şermezar dikin û pêwist e lêborîn were xwestin û nave wê jî, dîsa bikin Dêrsim.

HDP got: Li Dêrsimê tevkujiyek hovane rûda ye. Ew bang li hikûmetê dikin, da ku arşiv werin vekirin û rastiya tevkujîyê were eşkere kirin.

Partiya Demokratik a Gelan da zanîn: Hejmarek Dokument ser tevkujiyê hatine saz kirin, taybet keçên wendayî yên Dêrsimê babeta herî giring e, ku hikûmet harikar be.

 

 

C.B