Muslim mercê rûniştina bi Tirkiyê re aşkere dike

Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Dîplomasî ya PYDê Salih Muslim dibêje: Wan çi hevdîtin bi hikûmeta Tirkiyê re nekirine, tenê Amerîka navbênkariyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Dîplomasî ya PYDê Salih Muslim dibêje: Wan çi hevdîtin bi hikûmeta Tirkiyê re nekirine, tenê Amerîka navbênkariyê dike.

Salih Muslim ji “Ahval” a Tirkî re ragihand, wan li gel Enqerê çi hevdîtin rasterast nedane destpêkirin, lê bi navbênkariya Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey re dixwezin diyalog çê bibe.

Muslim mercê rûniştina bi Tirkiyê re aşkere kir û got: Ji bo hevdîtina ligel Tirkiyê, mercê wan ê sereke ew e, Tirkiye û grûpên çekdar ji Efrînê derkevin û gelê Efrînê vegere ser cih û warên xwe.

Amaje bi wê yekê kir, Amerîka ji ber ku Tirkiye endama NATOyê ye û Rêveberiya Xweser jî deskefteke xwe dibîne, naxwaze alozî kûr bibin.

Muslim diyar kir, ew naxwezin ligel cîranan alozî û dilgiranî hebe, ji bo çareserkirina pirsgirlkan, ew ligel danûstendinan in.

Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Dîplomasî ya PYDê tekez kir, wan heta niha li dijî Tirkiyê fîşekek jî neavêtine.

Berî çend rojan, Peyvdarê CHPê Faîk Oztrak gotibû: Her çend e Tirkiye PYD/YPGê wek rêxistina terorê binav dike, lê di navbera hikûmet û PYD/YPGê de danûstandin hene.

Oztrak got jî, PYD û YPG li Sûriye hevkarên Tirkiyê ne û danûstandinên wan berdewam dikin, lê belê hikûmet ditirse ev hevdîtin aşkera bibin.

 

S. B